Rejîma Sûriyeyê berê operasiyonên xwe daye deverê.
Çend jêderên leşkerî ji ajansa nûçeyan ya Reutersê re ragihandine ku rejîma Sûriyeyê û Rûsye, berê operasiyonên xwe dane Efrîn û derdorê Efrînê.
Çavkaniyê eşkere kiriye ku ev çend roje balefirên şer yên Rûsyeyê bi dijwarê li Efrîn û derdorê, pêgehên komên çekdar yên ser bi Tirkiyeyê ve bordiman dikin û artêşa Sûriyeyê jî berê operasiyonên xwe daye Efrîn û derdorê.
Heman çavkanîdiyar kiriye ku jiber vê pêngavên Rûsye û Sûriyeyê, Tirkiyeyê jî weke xwe amadekirin bo bersif dana operasiyonan, hêzeke din ya zêde şandiye Efrîn û derdorê.
Ev liv û tevgerên han di demekê deye ku biryare roja 29ê Îlonê Erdogan û Putin li Soçî bo nîqaş kirin li ser rewşa Îdlibê bicivin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin