Dibêje vê dorpêçên tund werin sepandin.
Aloziyên navbera Tirkiye û Amerîkayê berdewamin û Amerîka li hember daxuyaniyeke Serokkomarê Tirkiyeyê, gefa sepandina dorpêçên tund li Tirkiyeyê dike.
Beriya çend rojan Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan di hevpeyvîneke xwe de ya li gel kanalake çapemeniyê ya Amerîkî ragihandibû ku Tirkiye hewl dide daku karwana dudiyan ji sîstema berevaniya S400 ji Rûsyeyê bistîne.
Li hember de jî wezareta derve ya Amerîkayê huşdarî daye Tirkiyeyê û ragihandiye ku lazime Tirkiye li ser vê mijarê baldare be, jiber ku hîn jî kêşeya karwana yekem nehatiye çareserkirin û eger Tirkiye karwaneke din ji sîstema han ji Rûsyeyê bistîne vê Amerîka û hevpeymanên Amerîkayê doprêçên gelek dijwar bi ser Tirkiyeyê de bisepînin.
Weke tê zanîn di dema civîna civata giştî ya Netewên Yekgirtî de Serokkomarê Tirkiyeyê daxwaz ji Serokê Amerîkayê kiribû daku hevdîtinek li gel wî pêk bîne lê Serokê Amerîkayê ev daxwaz red kiribû û Erdogan jî pişt re ragihandibû ku pêşeroja têkiliyên Amerîka û Tirkiyeyê ne xêre.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin