Serdana wezîrê Tirk îro destpê dike.
Biryare îro şemî 25ê Îlonê wezîrê bazirganî yê Tirkiyeyê Mihemed Mûş serdana Hewlêr û Bexdayê bike.
Wezîrê bazirganî yê Tirkiyeyê Mihemed Mûş, di destpêkê de vê biçe Bexdayê û li gel rayedarên Îraqê bicive û pişt re jî serdana Hewlêrê bike û li gel rayedarên Kurdistanê bicive.
Mihemed Mûş di çarçoveya serdana han de vê li gel rayedarên Îraq û Kurdistanê behsa têkiliyên bazirganî yên di navbera her sê aliyan de û çawetiya berfiretir kirina têkiliyên han bike.
Mûş vê li Hewlêrê jî beşdarî di komcivîna kar ya karsazên Tirk û Îraqî bike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin