Xwestine bi qaçax derbasî Îraqê bibin.
Wezareta navxwe ya Îranê ragihand ku îro hijmareke zêde welatiyên Îranî yên ku xwestine bi awayeke derqanûnî derbasî axa Îraqê bibin, ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatine girtin.
Li gor daxuyaniya wezareta navxwe ya Îranê 329 welatiyên Îranî yên ku xwestine bo beşdarî kirina di çileya imam Husên de bi qaçax derbasî axa Îraqê bibin hatine girtin.
Ji aliyeke din ve komîteya hec ya Îranê jî diyar kiriye ku 54 welatiyên din yên Îranî jî yên ku xwestine bi qaçax derbasî axa Îraqê bibin hatine girtin.
Îranê tevahiya deriyên sînorî yên li gel Îraqê daxistine û lazime ev welatiyên Îranî ku bo beşdarî kirina di çileya Îmam Husên de serdana Îraqê dikin bi rêya balefirxaneyan serdan bikin.
Ji aliyeyeke di ve wezareta navxwe ya Îraqê jî diyar kiriye ku lazime her welatiyên Îranî bi rêya balefirxaneyê serdana Îraqê bikin û testa PRC ya Koronayê jî kiribûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin