Erdogan û Putin jî dicivin.
Li gor zaniyariyên berdest, ev çend roje êrîşên balefirên şer yên Rûsî li derdorê Heleb û Îdlibê bo ser pêgehên çekdarên ser bi Tirkiyeyê ve zêde bûne.
Li gor çapemeniya rejîma Sûriyeyê di wan çend rojên derbasbûyî de hêzên bejahî yên rejîma Sûriyeyê bi piştîvaniya hêzên asmanî yên Rûsyeyê li Îdlib, çiyayê Zawiye û derdorê bakûrê Helebê, dest bi operasiyonên berfire li dijî komên çekdar kirine.
Herwiha balefirên Rûsî jî ev zêdetir ji 4 rojane ku bi berdewamî li Îdlib, çiyayê Zawiye û Bakûrê Helebê, pêgehên çekdarên nêzî Tirkiyeyê bi tundî bordiman dikin.
Navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûriyeyê jî diyar kiriye ku heta niha du caran balefirên şer yên Rûsî navendên leşkerî yên artêşa Tirkiyeyê li Îdlib û derdorê bordiman kirine. Heta niha Tirkiye li ser vê mijarê ti daxuyaniyek nedaye.
Ji aliyeke din ve hate zanîn ku jiber dijwar bûna şerê li Îdlibê, biryare di dawiya vê mehê de Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Rûsyeyê li bajarê Soçî ya Rûsyeyê bicivin û nîqaş li ser rewşa Îdlibê bikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin