Dibêje ti nîşaneyeke gerînendetiyê li welat tuneye.
Serokê parlementoya Îranê Mihemed Bair Qalîbaf di gotareke xwe de renxe li hikûmeta Îranê û çawetiya îdare kirina welat dike û dibêje li welat ti nîşaneyeke baş ya hebûna gerînendetiyeke baş tuneye.
Qalîbaf di gotara xwe de yaku duhê pêşkêş kiriye ragihandiye ku şêwaza kar kirina hikûmet û îdareyên hikûmetê şaşe, ev pergala îdare kirinê yaku hatiye avakirin nikare xwe li gel rastî û pêşkeftinan bigoncîne û li dijî guhertinane.
Nav hatî herwiha eşkere kiriye ku bêserûberiyek di warê bikaranîna pere û xerc kirina pereyan de heye û hikûmet nizane çawe bi başî pereyên berdest bikar bîne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin