Li gel Serokê Sûriyeyê civiyaye.
Li gor daxuyaniyeke koşka Kremlîn, Serokê Rûsyeyê Vladimir Putin pêşwaziya Serokê Sûriyeyê Beşar Esed kiriye.
Di civînê de her du alî behsa rewşa giştî ya Sûriyeyê û hebûna hêzên çekdar yên biyanî li Sûriyeyê kirine.
Her di heman civînê de Putin û Esed behsa têkiliyên navbera Rûsye û Sûriyeyê kirine û Putin tekez li ser berdewamiya hevkarî û piştîvaniyên Rûsyeyê bo Sûriye kiriye.
Putin di civînê de ji Esed re ragihandiye ku hebûna hêzên çekdar yên biyanî li Sûriyeyê astengiyeke mezinin li berdem parastina yekparçeyî û yekîtiya Sûriyeyê lewre lazime hêzên han werin derxistin.
Ji aliyeke din ve çapemeniya Sûriyeyê jî derbarê civînê de belav kiriye ku Putin û Esed behsa operasiyonên hevbeş li dijî komên cîhadî li deverên curbicur yên Sûriyeyê kirine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin