Îran û Îraq behsa nehêştina vîzeyê kirine.
Piştî ku di çarçoveya serdana Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî y abo Tehranê hatibû gotin ku di navbera Îran û Îraqê de vîze nemaye, îro balyozê Îranê yê li Bexdayê daxuyanî da.
Balyozê Îranê yê li Bexdayê Îrec Mescidî ragihand ku vîze bi temamî nehatiye hilweşandin û niha tenê ev kesên ku bi balefir serdana Îran an jî Îraqê dikin, dikarin bê stendina vîzeyê serdan bikin.
Mescidî eşkere kiriye ku niha vîze tenê bo geştên asmanî hatiye hilweşandin.
Mescidî tekez li ser vê yekê kiriye ku ev biryara han piştî çileya Îmam Husênê dikeve meriyetê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin