8 terorîstên din yên DIŞIê hatin girtin.
Birêveberatiya giştî ya hêzên antî terorê yên Îraqê ragihand ku li ser Fermana Serokwezîr û Fermandarê giştî yê hêzên çekdar yên Îraq, Mistefa Kazimî, hêzên ewlekarî û hêzên antîterorê yên Îraqê berdewamin li ser operasiyonên xwe yên li dijî terorîstên DIŞIê.
Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku di çarçoveya heman operasiyonan de, îro li Bexda û Enbarê operasiyoneke din hatiye lidarxistin û di encama operasiyonê de hêzên antî terorê karîne 8 terorîstên din yên DIŞIê binçav bikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin