Îraq û kompaniyeke Frensî rêkeftinek îmze kirin

4 proje bi buhayê 27 miliyar dolaran cîhbicîh dike.
کوردستان TV
100%

Vê kar li ser gaz û petrolê were kirin.

Îro bi çavdêriya Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî, li Bexdayê, rêkeftinek di navbera hikûmeta Îraqê û kompaniya Total ya Frensî de hatiye îmzekirin.

Li gor rêkeftina han, vê kompaniya Total ya Frensî di warê hêlbirîna gaz û pêşde birina rafîneyên petrolê yên Îraqê kar bike.

Herwiha li gor rêkeftina han vê kompaniya Total asta hêlbirîna petrolê li çend rafîneyên Îraqê zêdetir bike û bi heman awayî jî asta hêlbirîna gazê zêdetir bike.

Di berdewamiya rêkeftina han de hatiye diyarkirin ku Total bi giştî 4 proje cîhbicîh dike û buhayê wan projeyan 27 miliyar dolare.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.