Îstîxbaratên Sûriye û Tirkiyeyê dicivin

li Bexdayê dicivin lê dema civînê nediyare.
کوردستان TV
100%

Civîn li Bexdayê tê lidarxistin.

Li gor zaniyariyên ku ji aliyê çapemeniya herêmî ve hatine weşandin, vê Serokê MÎT Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Serokê îstîxbarata Sûriyeyê Elî Memlûk bi hevre bicivin.

Civîna han bi miyancîgeriya rayedarên Îraqî vê li Bexdayê were lidarxistin.

Her çend heta niha dema lidarxistina civînê nehatiye diyarkirin lê tê gotin ku MÎT û îstîxbarata Sûriyeyê di civînên xwe de behsa rewşa deverê, têkiliyên navbera Sûriye û Tirkiyeyê û herwiha hewldanên heyî yên bo ser ji nû ve çê kirina têkiliyên navbera Tirkiye û Sûriyeyê bikin.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.