Dixwest zarokek bi 40 hezar dolaran bifiroşe.
Birêveberatiya nehêştina tawanan ya li Bexdayê ragihand ku hêzên wan karîne bi hevkarî û hemahengiya li gel îstîxbaratê tîmeke mafyayî ya 4 kesî binçav bike.
Li gor daxuyaniya han, ev tîma 4 kesî xwestiye zarokek biçûk bi qasî 40 hezar dolaran bifiroşe.
Ev tîma han xwestiye zarokê han li navçeya Ezemiye ya li Bexdayê bifiroşe û ji wir jî bo parêzgeha Nînovayê veguhêze.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin