Zêdetir ji 500 hezar kesan doz dijî wî vekirine.
Li gor çapemeniya Îraqê zêdetir ji 500 hezar welatiyên Îranî li dijî Serokkomarê berê yê Îranê Hesen Ruhanî doz vekirine û daxwaza darizandina Hesen Ruhanî dikin.
Kesên ku doz vekirine 18 tawan dane stuyê Hesen Ruhanî û dibêjin Ruhanî û serdema desthilatdariya wî bûye sedema wêran kirina Îranê.
Ev kesên han daxwaz ji rayedarên hikûmetê, parlemen û dezgehên dadweriyê yên Îranê kirine daku bilez lêkolînê bidin destpêkirin û Ruhanî bidin dadgehê û were cezakirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin