Heta niha du caran karwanên vaksînan hatine dizîn.
Li gor nûçeyên çapemeniya Îranê, hinek alî ku nehatine nasîn, karwanek ji vaksînên dijî Koronayê yên ku ji depoya wezareta tendirostî ya Îranê bo dabeş kirin li ser navendên tendirostî hatine derxistin, dizîne.
Li ser vê mijarê jî Peyvdarê navenda xwerak û dermanan ya Îranê Kiyanûş Cîhanpûr ragihandiye ku belê karwaneke mezin ya vaksînên Koronayê dema ji depoya navendî ya wezareta tendirostî hatiye derxistin, hatiye dizîn.
Cîhanpûr eşkere kiriye ku ev cara duyeme li Îranê vaksînên dijî Koronayê ji aliyê kesên ne nas ve têne dizîn û heta niha jî bo dîtina dizan ti gavek nehatiye avêtin.
Weke tê zanîn di wan demên dawî de li Îranê hem hijmara pêketiyan zêde bûye û hijm jî hijmara kesên ku rojane ji ber Koronayê canê xwe ji dest didin.
Îran ji bilî vaksînên ku ji derva hawirde dike, li ser asta navxweyî jî du cure vaksînên Îranî bi navên Koser û Bereket bikar tîne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin