Derbarê kongreya Bexdayê de daxuyaniyek weşandiye.
Serokê Amerîkayê Jeo Biden derbarê kongreya welatên cîran yên Îraqê yaku duhê li Bexdayê hatibû lidarxistin peyamek weşandiye.
Biden di peyama xwe de ev kongreya han bi pêngaveke girîng wesif kiriye û nivîsandiye: Kongre nîşaneya vê yekê ye ku Îraqê dikare di warê siyasetê derekî de siyaseteke hevseng bimeşîne.
Biden herwiha diyar kiriye ku Kurdistan û Îraq bo bihêztir kirina têkiliyan li gel welatên deverê xwedan roleke gelek girîngin.
Nav hatî diberdewamiya peyama xwe de diyar kiriye ku Îraqê hevbeşê Amerîkayê ye û Amerîka pêbendî hevkarî kirina Îraqê dibe.
Biden herwiha tekez li ser vê yekê kiriye ku serkeftî bûna kongreyê destkefteke girînge bo Îraqê û Îraq karî bi rêya kongreya han rola Serkidatiyeke dîrokî bo kêm kirina aloziyan û zêdetir kirina hemahengiyan li Rojhilata Navîn de bilîze.
Weke tê zanîn kongreya welatên cîran yên Îraqê duhê li Bexdayê hatibû lidarxistin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin