Rê nade ti Efxaniyek derbasî axa Îranê bibe.
Li gor çapemeniya Îranê, hikûmeta vê welatî piştî kontrol kirina temamiya Efxanistanê ji aliyê Talibanê ve, biryarên nû derbarê sînorên xwe yên li gel Efxanistanê der kiriye.
Li gor biryarên nû yên hikûmeta Îranê yên ku ji Parêzgarên sê parêzgehên cîran li gel Efxanistanê, hêzên sînorparêz û hêzên ewlekarî yên Îranê re hatine şandin, ji niha û pêde nabe bi ti awayî rê bi welatiyên Efxanî were dayîn ku derbasî axa Îranê bibin.
Îran ku niha zêdetir ji 3 miliyon Efxanî têde dijîn, diyar kiriye ku hem jiber Koronayê û him jî jiber rewşa ku niha li Efxanistanê heye, rê nade ji niha û pêde ti welatiyeke Efxanî bi fermî anjî bi qaçax derbasî xaka Îranê bibe.
Weke tê zanîn piştî kontrol kirina Kabulê û vekêşîna hêzên Amerîkî û biyanî li Efxanistanê hijmareke zêde ji xelkê vê welatî hewl bo reviyan ji Efxanistanê dide.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin