Komîsyon: Ti biryar derbarê paş xistina hilbijartinan de tineye

dibêje heta niha parlemento tiştek ji komîsyonê re negotiye.
کوردستان TV
100%


Peyvdara komîsyonê ji Kurdistantv re axevî.
Piştî belav bûna nûçeyên li dor paş xistina hilbijartinên parlementoya Îaqê yaku biryare di roja 10ê Cotmehê de werin kirin, Peyvdara komîsyona bilind ya hilbijartinan ya Îraqê Comane Xelay ji Kurdistantv re ragihand ku ev nûçeyên han bi temamî dûrin ji rastî û ti bingeheke wan ya rastiyê tuneye.
Comane Xelay diyar kir ku heta niha derbarê paş xistina hilbijartinên Îraqê de  ti biryar nehatiye dayîn û parlementoya Îraqê jî heta niha li ser vê mijarê tiştek ji komîsyonê re negotiye.
Weke tê zanîn îro hin kanalên çapemeniyê yên Îraqî belav kirin ku vê hilbijartin bo roja 22ê Nîsana 2022an werin paşxistin.
N: E. G

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.