Îsraîl dîsa êrîşî ser hêzên Îranî kir

heta niha zaniyarî derbarê kuştî anjî birîndaran de nehatine belavkirin.
کوردستان TV
100%

3 mûşek ber navendên hêzên Îranî ketine.

Li gor nûçeya çapemeniya Sûriyeyê direngiya şeva derbasbûyî balefirên şer yên Îsraîlê çend pêgehên leşkerî yên hêzên çekdar yên ser bi Îranê li parêzgeha Qoneytra kirine armanc.

Li gor çapemeniya Sûrî, 3 mûşek ber navendên çekdarên Îranî yên li Sûriyeyê ketine.

Herwiha hate zanîn jiber bordimana han agireke mezin ber wan navendan ketiye.

Heta niha derbarê kuştî anî birîndarên çekdarên ser bi Îranê ti zaniyarî nehatine belavkirin.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.