Jiber kombûna xelkeke zêde hatiye ragirtin.
Parêzgarê Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku hijmareke gelek zêde ji welatiyên Îranê bi qesda beşdarî kirin di merasîmên Aşûrayê û ziyaret kirina cîhên pîroz yên olî yên li Îraqê serdana deriyê sînor yê Pervêzxanê li parêzgeha Kirmaşanê kirine.
Li gor daxuyaniya parêzgariya Kirmaşanê, niha hatûçûya torîstîkî li deriyê han hatiye rawestandin û tenê welatiyên Îraqî dikarin vegerin Îraqê û welatiyên Îranî jî dikarin ji Îraqê vegerin Îranê.
Di daxuyaniyê de behsa bi dema vekirina deriya han nehatiye kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin