Amerîka derbarê Efxanistanê de huşdarî dide

dibêje di nava hefteyekê de Kabilê dorpêç dike.
کوردستان TV
100%

Dibêje vê Kabil were dorpêçkirin.

Dezgehên îstîxbaratî yên Amerîkayê derbarê rewşa aloz ya Efxanistanê û pêşreviyên Talibanê de huşdarî didin.

Li gor raportên îstîxbarata Amerîkayê, wan hêvî nedikir ku Taliban bi vê rengî bilez pêşrewî bike û li gor texmîna wan vê demeke dirêj pêçûba heta ku Taliban karîba nêzî Kabilê bibe.

Li jiber pêşhatên wan rojên dawî, îstîxbarata Amerîkayê texmînên xwe guhertiye û ragihandiye ku taliban gelek bi lezgînî pêşrewî dike û mimkune di nava hefteyekê de anjî kêmtir, çekdarên talibanê Kabila paytext dorpêç bikin.

Ev di demekê de ku ku hin welatên Ewrûpî û cîhanî behsa vê yekê dikin ku eger li Efxanistanê dewleteke îslamî were ragihandin vê dorpêçan li ser Efxanistanê jî deynin.

Ji aliyeke din ve Netewên Yekgirtî jî daxwaza rawestandina bilez ya şerê li Efxanistanê dike.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.