Li dijî terorîstên DIŞIê hatiye lidarxistin.
Fermandariya giştî ya operasiyonên hevbeş ya artêşa Îraqê ragihand ku îro li hin navçeyên curbicur yên li Bakûrê Bexdayê de operasiyoneke berfire li dijî paşmayiyên DIŞIê hatiye lidarixstin.
Di operasiyona han de balefirên Îraqî û yên hevpeymaniya cîhanî jî beşdar bûne.
Heta niha derbarê encamên operasiyonê de ti zaniyarî û hûr giliyên berfire nehatine belavkirin.
Ev di demekê deye ku li hin parêzgehên din yên Îraqê weke Nînova, Kerkûk, Selahedîn û Enbarê jî operasiyon li dijî terorîstên DIŞIêberdewamin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin