Ev taver li parêzgeha Kerkûkê hatine teqandin.
Kompaniya veguhastina elektirîka bakûr ya ser bi wezareta elektirîkê ya Îraqê ragihand ku êrîşên terorîstan yên bo ser xetên veguhastina elektirîka Îraqê di wan demên dawî de gelek zêde bûne.
Di daxuyaniya kompaniya han de hatiye diyarkirin ku berbanga sibê ya îro sêşem, 7 taverên din yên veguhastina elektirîkê li parêzgeha Kerûkê hatine teqandin.
Di beşeke din ya daxuyaniya han de ev yek hatiye diyar kirin ku taverên han bi rêya bombeyên vedayî hatine teqandin û jiber wan teqînan jî dever bi giştî bê elektirîk maye.
Weke tê zanîn di wan demên dawî de terorîstên DIŞIê steratejiya xwe guhertine û êrîşên xwe bo ser xeta veguhastina elektirîkê zêdetir kirine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin