Dîsa êrîşî karwana hevpeymanan hate kirin

di nava 10 rojan de ev 11mîn êrîşe ku tê kirin.
کوردستان TV
100%

Li başûrê Îraqê êrîş pêk hatiye.

Çapemeniya Îraqê ragihand ku îro sêşem li ser rêya navnetewî ya Babîlê bi rêya teqandina bombeyeke vedayî êrîşî ser karwaneke veguhastina pêdiviyên locistîkî ya hevpeymaniya cîhanî hatiye kirin.

Li gor çapemeniya Îraqî, ji bilî zirarên madî ti zirarên din yên êrîşê çê nebûne.

Heta niha ti kom anjî aliyeke çekdar berpirsiyartiya êrîşê li stû negirtiye.

Weke tê zanîn di nava 10 rojên derbasbûyî de ev 11mîn êrîşe ku bo ser hêzên hevpeymanan li Îraqê pêk tê.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.