3 taverên din yên elektirîkê hatin teqandin

heta niha bi giştî 160 taver hatine teqandin.
کوردستان TV
100%

Li Mûsilê hatine teqandin.

Jêderek ji wezareta elektirîkê ya Îraqê ragihandiye ku îro duşem 3 tawerên din yên elektirîkê li Mûsilê hatine teqandin.

Ev çavkanî eşkere kiriye ku di encama êrîşa han de bajêr bêkare maye.

Jêderê han diyar kiriye ku heta niha li Kerkûk, Mûsil, Selahedîn û deverên din bi giştî 160 taverên veguhastina elektirîkê hatine teqandin û bi taybetî di Tîrmehê de êrîşên terorîstan yên bo ser taverên veguhastina elektirîkê gelek zêde bûne û jiber wan êrîşan jî gelek dever bêleketirîk mane.

Herwiha hatiye eşkere kirin ku jiber teqandina wan taveran 8 kes jî hatine kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûne.

Terorîstên DIŞIê berpirsiyariya teqandina taverên veguhastina elektirîkê xistine stûya xwe.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.