Êrîş li Parêzgeha Zîqarê pêk hatiye.
Li gor çapemeniya Îraqê îro li parêzgeha Zîqarê ya li Başûrê Îraqê dîsa êrîşî ser karwaneke veguhastina pêdiviyên locistîkî ya hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê hatiye kirin.
Di encama êrîşa han de yaku bi rêya bombeyeke vedayî pêk hatiye ti zirarên canî ber hêzên hevpeymanî neketiye lê zirarên madî ber tirimbîlek ketine.
Heta niha ti aliyek berpirsiyartiya êrîşê li xwe negirtiye.
Weke tê zanîn ev demêke ku li naverast û başûrê Îraqê êrîşî dijî hêzên hevpeymanan bi taybetî hêzên Amerîkî zêde bûne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin