Sedir: Ev biryara me ya dawiye

dibêje piştîvaniya ti alî û berbijêrek jî nakin.
کوردستان TV
100%

Beriya niha boykotê hilbijartinan kiribû.

Piştî ku tevgera Sedir bi Serokatiya Muqteda Sedir meha derbasbûyî ragihandibû ku weke tevgera Sedir beşdarî di hilbijartinên parlementoya Îraqê de nake, îro jî Şêwirmendê Muqteda Sedir daxuyaniyek belav kir.

Şêwirmendê Muqteda Sedir, Hesen Ezarî ragihand ku biryara boykot kirinê biryara dawiye û tevgera Sedir bi ti awayî beşdarî di hilbijartinan de nake.

Hesen Ezarî herwiha diyar kiriye ku tevgera Sedir di hilbijartinan de piştîvaniya ti alî û berbijêrek jî nake.

Weke tê zanîn biryare di Cotmeha îsal de li Îraqê hilbijartinên pêşwext werin kirin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.