1 miliyon awareyên Efxanî li Tirkiyeyê têne bicîhkirin.
Serokê CHPê Kemal Qilicdaroglû ragihand ku AKP û Amerîka li ser bicîh kirina 1 miliyon awareyên Efxanî li Tirkiyeyê lihev kirine.
Qilicdaroglû eşkere kiriye ku di hevdîtina herî dawî ya navbera Erdogan û Jeo Biden de, Erdogan pêşniyara Amerîkayê ya bo bicîh kirina 1 miliyon awareyên Efxanî bi taybetî gencên Efxanî yên ku armanca Talibanê ne, lihev kirine.
Nav hatî eşkere kiriye ku Erdogan jiber berejwendiyên xwe yên siyasî ev yek qebûl kiriye, Amerîka 53 hezar Efxaniyên ku li gel hêzên Amerîkî kar kirine dibe Amerîkayê û 1 miliyon ciwanên Efxanî jî ku jiber Talibanê direvin vê li Tirkiyeyê werin bicîhkirin.
Ji aliyeke din ve beriya çend rojan jî MHP ku hevpeymanê AKP ye ragihandibû ku hatina awareyên Efxanî bo Tirkiyeyê cureyeke nû ya dagîrkirinê ye ku heta niha nav lê nehatiye kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin