Kurdistan dest bi dîplomasiya hêlbirînê kir

şand serdana Îtalya, Holenda û Îmaratê dikin.
کوردستان TV
100%

Sê şand serdana sê welatan dikin.

Di çarçoveya hewldanên hikûmeta herêma Kurdistanê de bo pêşde birina abûriya Kurdistanê û zêdetir kirina hêlbirîna biyanî li Kurdistanê de, sê şandên Kurdistanî serdana sê welatên cîhanê dikin.

Di vê derbarê de Serokê komîteya hêlbirînê Mihemed Şukirî ragihand ku bi mebesta handana Hêlbirînerên her sê welatên Îmarat, Îtala û Holendayê bo kar kirin li Kurdistanê de sê şandên cuda yên hikûmeta Kurdistanê serdana wan her sê welatan dikin.

Şandên han vê li gel karsaz û kompaniyên curbicur yên wan welatan bicive û di civînan de behsa derfetên heyî  yên hêlbirînê li Kurdistanê de bike û ji wan daxwaz bikin daku li Kurdistanê de dest bi cîhbicîh kirina projeyên curbicur yên abûrî û bazirganî bikin.

Weke tê zanîn beriya niha jî hikûmeta Kurdistanê pakêcek bi navê pakêca handana hêlbirîna biyanî li Kurdistanê amade kiribû.

N: E. G

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.