Peyama Serokwezîr derbarê 38mîn salvegera genocide kirina Barzaniyan de

dibêje lazime kesûkarên qurbaniyan werin qerebûkirin.
کوردستان TV
100%

Îro bi rêz û şikodarî ve qurbaniyên yek ji tawanên hovane û mezin yên rejîma berê ya Îraqê bibîr tînin ku beriya 38 salan di kiriyareke neteweperestane de, hezaran mirovên bêtawan yên Barzanî bi tenê jiber ku Kurd bûn, bo biyabanên başûrê Îraqê hatin veguhastin û pişt re jî hatin komkujkirin.

Genocide kirina Barzaniyan bû destpêka çend tawanên din yên ji bo ji nav birin û wêran kirina Kurdistanê ku pişt re jî rejîma Besê di nava çend qonaxan de, dest bi prosesa enfal, kîmiyabaran kirina Helebce û wêran kiirna hezaran gund û deverên Kurdistanê kir. Bi vê yekê jî prosesa komkujiya gelê Kurdistanê û wêran kirin û şewitandina Kurdistanê gehêşte sînorê dawî yê stemkarî û hovîtiyê.

Îro di demekê de qurbaniyên komkujiya han bibîrtînin ku rixmî ku dadgeha bilind ya tawanan ya Îraq jî enfal kirina gelê Kurdistanê bi genocide û tawana şerê nasand, lê heta niha ji aliyê hikûmeta Îraqê ve kesûkarên qurbaniyan nehatine qerebûkirin ku erkeke exlaqî û qanûnî ya hikûmeta Îraqê ye û lazime qerebûya tevahiya kesûkarên wan kesan bike ku bûne qurbaniya wan tawanên ku li dijî xelkê Kurdistanê hatine kirin.

Di vê bîraîna han de pêbendiya hikûmeta herêma Kurdistanê bi xizmet kirina zêdetir ya kesûkarên şehîdan û enfalkiriyan diyar dikin û tişta ku di karîna me de be bo xizmet kirina wan emê bikin.

Serê rêzedariyê bo qurbaniyên prosesa genocide kirina Barzaniyan û tevahiya şehîdên gelê Kurdistanê ditewînin bîranîna wan her tim zindî be.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

31 Tîrmeha 2021an

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.