Dibêje Îraq bo Amerîkayê girînge.
Siyasetmedarê Îraqî Mîsal Alûsî ragihand ku Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî bo ku li ser postê Serokwezîriyê bimîne vê çend sozan bide Serokê Amerîkayê Jeo Biden.
Alûsî herwiha diyar kir ku, Îraq qadeke gelek girînge bo steratejiya pêşwext ya Amerîkayê lewre rewşa navxweyî ya Amerîkayê bandorê li ser siyaseta Amerîkayê ya li hemeber Îraqê nake.
Nav hatî behsa vekêşîna hêzên Amerîkî yên li Îraqê jî kiriye û ragihandiye ku vekêşîna Amerîkayê ji Îraqê vê bibe sedema destpêkirina şereke mezin ya herêmî.
Weke tê zanîn duhê Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî li Koşka spî li gel Serokê Amerîkayê civiya bû û li gor hin jêderên nûçeyan di civînê de her du alî rêkeftina vekêşîna hêzên Amerîkî yên li Îraqê îmze kirine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin