Wezîrê tendirostî dibêje ev yekem care ewqas kes li Kurdistanê bi Koronayê bikevin.
Îro wezîrê tendirostî yê hikûmeta Kurdistanê Dr, Saman Berzencî serdana parêzgeha Dihukê kir û di preskonferansekê de ku li dîwana parêzgehê lidarxist, ragihand ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Kurdistanê de hatiye tomarkirin.
Saman Berzencî diyar kir ku, di nava 24 seatên derbasbûyî de 17 hezar cerbandinên diyar kirina Koronayê hatine kirin û di encam de derketiye ku 3 hezar û 559 kes bi Koronayê ketine.
Berzencî herwiha diyar kir ku, di nava heman demê de 13 berketî jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin