Civata bilind ya abûriya Kurdistanê civiya

behsa rewşa darayî ya Kurdistanê hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Bi Serokatiya Serokwezîr civiyaye.

Îro bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civata bilind ya abûriya Kurdistanê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de li ser hesabê xwe wisa nivîsand:

Îro yekşem 25ê Tîrmeha 2021an bi rêya onlîne me gerînendetiya civîna civata bilind ya abûriya herêma Kurdistanê kir.

Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî têde beşdar bû, hewlên hikûmeta herêmê yên bo baştir kirina rewşa darayî û dabîn kirina mûçeya mûçexorên herêma Kurdistanê hatin nirxandin.

Herwiha tekez li ser vê yekê hate kirin ku her ji destpêka derketina qirîza darayî ve û jiber Koronayê û dabezîna buhayê petrolê, hikûmet tevahiya hewlên xwe bo dabîn kirina mûçeya mûçexorên herêma Kurdistanê bitevger kiriye jiber ku ev yek karê herî lipêş ya hikûmeta herêmê bû, her jiber vê çendê li gor dahatên berdest, mûçe dihat dabeşkirin.

Niha jî piştî lihev kirina hikûmeta herêmê û hikûmeta fedralî, rêkeftinek derbarê cîhbicîh kirina proje qanûna bûdceya fedralî û herwiha piştî şandina 200  miliyar dînaran, hikûmeta herêma Kurdistanê ji îro pêve dest bi amadekarî bo dabeş kirina mûçe dike bêyî jêbirîn, eger hikûmeta fedralî berdewam be li ser şandina şayisteyên darayî yên herêmê vê demê hikûmeta herêmê jî di dema xwe de mûçeya mûçexoran bêyî jêbirîn dabeş dike.

Di civînê de me balkêşande ser vê yekê ku rêkxistin û kom kirina dahatên navxwe jî bandoreke baş li ser dabîn kirina mûçeya mûçexoran bi giştî hebûye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.