Amerîka: Emê dîsa dorpêçan danîn ser Tirkiyeyê

dibêje emê dorpêçên dijwartir datînin.
کوردستان TV
100%

 

Duhê li kongrêsa Amerîkayê peyameke dijwar bo Tirkiyeyê hate şandin.

Duhê li Kongrêsa Amerîkayê bi amadebûna Şêwirmenda berpirsê karûbarên siyasî li wezareta derve ya Amerîkayê, nîqaşeke berfire li ser têkiliyên navbera Rûsye û Tirkiyeyê, Tirkiye û Amerîkayê hate kirin.

Di nîqaşan de Kongrêsmanan daxwaz ji hikûmeta Amerîkayê kirin daku li hember Tirkiyeyê jiber têkiliyên xwe yên li gel Rûsyeyê û kirîna sîstemên berevanî û çekan ji Rûsyeyê bêdeng nebe û helwêsteke tund raberî Tirkiyeyê bike.

Di bersifa wan Kongrêsmanan de Şêwirmenda berpirsê karûbarên siyasî ya wezareta derve Victoria Nuland ragihand ku Amerîka li hember Tirkiyeyê ne bêdenge û helwêsteke tund raberî Tirkiyeyê kiriye.

Victoria Nuland diyar kir ku, jiber kirina S400an Amerîka dopêç daniye ser Tirkiyeyê, ev dorpêçên han nehatine hilweşandin û di meriyetê dene û eger Tirkiye berdewam be û dîsa çekan ji Rûsyeyê bistîne vê Amerîka dorpêçên dijwartir deyne ser Tirkiyeyê.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.