Li Rojhilatê du welatiyên din hatin girtin

ev 5 roje girtîne û çarenivîsa wan nediyare.
کوردستان TV
100%

Hîn jî çarenivîsa wan nediyare.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê roja 17ê Tîrmehê li Merîwan û Pîranşarê du welatiyên Kurd ji aliyê hêzên îtlaata Îranê ve hatine girtin û heta niha çarenivîsa wan nediyare.

Hengawê belav kiriye ku roja 17ê Tîrmehê li bajarê Merîwanê hêzên îtlaatê welatiyek bi navê Hîwa Darberzîn binçav kirine û ew 5 roje çarenivîsa Hîwa nediyare.

Her heman roj li bajarê Pîranşarê jî hêzên îtlaatê welatiyeke din bi navê Yasir Mengorî ji aliyê hêzên îtlaatê ve hatiye girtin û heta niha çarenivîsa wî jî nediyare.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.