Bi 10 deqîqeyan çû û vegeriya.
Zilamê herî zengîn yê cîhanê û xwedanê kompaniya mezin ya bazirganî ya bi navê Amazon, Jeff Bezos li gel 3 kesên din duhê li Amerîkayê bi rokêta ku ji aliyê kompaniya wî ya bi navê Blue Origin ve hatiye çê kirin duhê bi deh deqîqeyan li Texas çû valatiya esman û vegeriya.
Rokêta Jeff Bezos navê xwe TSi ye, duhê bi dema Amerîkayê di seat 4 û 10 deqîqeyan de dest bi firîna xwe kir û karî di nava 10 deqîqeyan de 107km ji zemînê dûr keve û bigehêje valatiya esmanê û vegere.
Di nava rokêtê de jineke bi temen jî bi navê Wally Funk (82) û Xwendekareke beşê fîzîkê yê bi navê Olivier Deamon yê 18 salî li gel Jeff Bezos de bûne.
Ev firîna han yekem firîna cîhanêye ku bi temamî sivîl bûye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin