Serok Barzanî teqîna duhê ya li navçeya Sedir mehkûm kir.
Serok Barzanî di peyamekê de derbarê teqîna duhê bi şev ya li navçeya Sedir ya li Bexdayê, bi tundî ev êrîşa han mehkûm kiriyeû ragihandiye ku kiriyarên han yên terorîstî ku li dijî welatiyên bêtawan tên kirin bi tundî mehkûm û şermezar dikim. Ev kiriyara han nîşaneya bêwicadanî û ne însan bûna terorîstaye ku di roja erefeyê de di dema ku xelk xwe bo cejnê amade dikin, êrîşî ser xelkê bêtawan dikin.
Kesên ku kiriyarên wisa dikin dijminên mirovatî, ol û pîroziyanin, ji tevahiya buhayên însanî bidûrin û lazime bi tundî baca kiriyaên xwe bidin.
Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de hevxemî û hevsoziya xwe bo malbet û kesûkarên qurbaniyan diyar kiriye û hêviya bilez baş bûnê jî bo birîndaran xwestiye.
Weke tê zanîn duhê bi şev li navçeya Sedir ya li Bexdayê teqîneke mezin çê bû û di encama teqînê de 35 kesan canê xwe ji dest dan û 60 kes jî birîndar bûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin