Wezareta tendirostî daxwaza baldariyê dike

rojane zêdetir ji hezar kes bi Koronayê dikevin.
کوردستان TV
100%

Dibêje mimkune karest biqewme.

Derbarê zêde bûna hijmarên pêketiyên rojane bi Koronayê wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê huşdarî dide xelkê û dibêje mimkune di pêşerojê de karesat biqewme.

Peyvdarê birêveberatiya giştî ya tendirostiya Hewlêrê Aso Hewêzî di peyamekê de diyar kiriye ku mixabin jiber sistbûna pêbendiya xelkê bi şîretên tendirostî, di wan demên dawî de hijmara pêketiyên rojane li gor çend hefteyên berê sê qasî zêde bûne.

Aso Hewêzî herwiha diyar kiriye ku niha rojane zêdetir ji hezar kesan bi Koronayê dikevin û eger xelk wisa berdewam be li ser cîhbicîh nekirina şîretên xweparêziyê de, vê di rojên pêşde rojane bi hezaran kes zêdetir bi Koronayê bikevin û ev yek jî dibe sedema çê bûna karesatan.

Nav hatî diyar kiriye ku wezareta tendirostî duhê civînek lidar xistiye û di civînê de derbarê rewşa heyî û rêkarên xweparêziyê de çend şîret bo cîhbicîh kirinê daye komîteya bilind ya rûbirû bûna Koronayê.

Weke tê zanîn ev sê hefteya rojane zêdetir ji hezar kesan li Kurdistanê bi Koronayê dikevin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.