Serok Barzanî li gel Patirîkê kilîseya Keldanî ya Îraqê civiya

dibêje Kurdistan bûye mînak bo deverê.
کوردستان TV
100%

Giftûgo li ser rewşa bihevre jiyanê li Îraqê de hate kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Patirîkê kilîseya Keldanî ya li Îraq û cîhanê Kardînal Luis Saco û şanda pê re kir.

Di civînê de her du aliyan giftûgo li ser prosesa siyasî, ewlekarî û civakî ya Îraqê û metirsiyên berdem prosesa siyasî û bihevre jiyana pêkhateyan li Îraqê de kirin.

Di berdewamiya civîna han de şanda kilîseya Keldanî rêzdariya xwe ya li hember hewldanên Serok Barzanî yên bo parastina çanda bihevre jiyana aştiyane li Kurdistanê diyar kir û ragihand ku çanda bihêz ya bihevre jiyana aştiyane ya li Kurdistanê mînakek gelek başe bo cîhan û deverê.

Di berdewamiya civînê de nîqaş li ser wan sedeman hate kirin ku dibine sedem daku Mesîhiyên Îraqê wergerin cîhên xwe û ji warên xwe koç nekin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.