Ji aliyê hêzên jîngehparêz ve hatine girtin.
Birêveberatiya polîsa jîngeh û daristanên Silêmanî ragihand ku îro hêzên wan di çarçoveya kar û çalakiyên xwe yên bo parastina daristan û jîngeha deverê de, karîne li dijî Nêçîrvanan operasiyonek lidar bixin.
Di encama operasiyona han de hêzên jîngehparêz karîne du Nêçîrvan binçav bikin û dest jî bi ser çek û amûrên nêçîr kirinê de bigirin.
Ev bûyer li gundê Sêgometan ya li devera Gerimyanê ya li parêzgeha Silêmanî çê bûye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin