Pereyên sextet bikar anîne.
Birêveberatiya Polîsê Soranê ragihand ku piştî ku kasibkarên bajarê Soranê, polîs ji wergirtina pereyên sextet bi taybetî 25 hezar dînariyên sextet hayedar kirine, Polîs jî di nava bazarê Soranê de dest bi lêkolînan kiriye.
Di encama lêkolînên han de derketiye ku pereyeke gelek zêde ya sextet di nava bazarê Soranê de hatiye belavkirin û derketiye ku ev pereyên ku ku 25 hezar dînarîne, ji aliyê du kesên Îranî ve derbasî Soranê bûye û hatiye bikaranîn.
Di daxuyaniya polîs de hatiye eşkere kirin ku ev her du welatiyên Îranî hatine girtin û di lêpirsînên destpêkê de li xwe mokir hatine û ragihandine ku ev pereyên sextet ji aliyê wan ve derbasî Soranê hatine kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin