Dadgeha Îraqê fermana girtinê bo 13 berpirs der kir

agireke mezin bi nexweşxaneyeke vê parêzgehê ketibû.
کوردستان TV
100%

Tevahiya wan li Parêzgeha Zîqarêne.

Dadgeha Îraqê fermana girtinê bo 13 berpirs û rayedarên tendirostî yên parêzgeha Zîqarê der kir.

Di nava wan de jî birêveberê giştî yê tendirostiya parêzgeha Zîqarê jî têdeye.

Ev fermana dadgehê piştî vê yekê hat ku beriya du rojan li bajarê Nasiriye ya parêzgeha Zîqarê, agireke mezin bi nexweşxaneya Îmam Husên ya taybet bi nexweşên Koronayê ketibû û di encam de zêdetir ji 60 kesan canê xwe ji dest dabûn û zêdetir ji 100 kes jî birîndar bibûn.

Ji aliyeke din ve Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir jî daxwaz kiribû ku weke pêngava yekem lazime Parêzgarê Zîqarê ji kar were dûrxistin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.