Piştî nîvroya îro sêşem Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwaziya Konsulusê giştî yê nû yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Robert Palladino kir.
Di hevdîtinê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bixêrhatin û pîrozbahiya destbikarbûnê li Konsolê Giştî yê nû yê Amerîka li Herêma Kurdistanê kir, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û hemû piştgîriyekî ji bo serkeftina erkê wî de nîşan da.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku herêma Kurdistanê bi girîngiyê ve li peywendiyên li gel Amerîkayê dinêre û xwazyarê zêdetir pêşxistina peywendiyan û warên alîkarî û hevbeşiya di navbera wan û wekî herdem fakterê aramiyê li Iraq û navçeyê de dibe.
Ji aliyê xwe ve Konsolê Giştî yê nû yê Amerîka li Herêma Kurdistanê, ji bilî xweşhaliya destbikarbûnê, xemxuriya xwe ya ji bo karkirin û pêşxistina warên hevbeşên li gel Herêma Kurdistanê nîşan da û xwesta Amerîka ya ji bo berdewamiya peywendiyan û pêşxistina warên hevbeş ya li gel Herêma Kurdistanê dûpat kir.
Rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê bi giştî, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, derfet û gef û êrîş û metirsiyên terorê, rûbirûbûna Da’îş û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, mijarên beşeke dinê hevdîtinê bûn.
Ji SHK hatiye wergirtin.
N: E: G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin