Mesrûr Barzanî: Hikûmet amadeye her cure hevkariyek pêşkêş bike

dibêje nexweşxaneyên herêmê amadene pêşwaziya birîndaran bikin.
کوردستان TV
100%

Derbarê bûyera li Zîqarê de peyamek weşandiye.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê bûyera agir berbûna nexweşxaneya Îmam Husên ya li bajarê Nasiriye ya li Zîqarê, li ser twitterê peyamek weşand.

Serokwezîr di peyama xwe de hevxemiya xwe bo kesûkarên qurbaniyan diyar kiriye û sersaxî daye wan û hêviya bilez başbûnê jî bo birîndaran xwestiye.

Mesrûr Barzanî di beşeke din ya peyama xwe de nivîsandiye: Hikûmeta herêma Kurdistanê bi tevahiya îmkan û karînên xwe yên tendirostî ve amadeye her cure hevkariyeke tendirostî pêşkêş bike û nexweşxaneyên Kurdistanê jî amadene pêşwazî ji birîndarên bûyerê bikin.

Weke tê zanîn duhê bi şev agir li nexweşxaneya Îmam Husên ya li bajarê Nasiriye ya li Zîqarê ketibû û di encam de herî kêm 60 kes canê xwe ji dest dabûn û 100 kes jî birîndar bibûn.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.