Necim Cibûrî: Rêkeftina bi sistî tê cîhbicîh kirin

dibêje lîwayeke hawar hatinê bo Êzidiyan hatiye damezrandin.
کوردستان TV
100%

Dibêje Lîwayek bo Êzidiyan hatiye pêkanîn.

Parêzgarê Nînovayê Nicim Cibûrî di kongreyeke rojnamevanî de ragihand ku heta pêngavên cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê gelek bi sistî birêve diçin jiber êv yekê jî hîna rewşa Şingalê nehatiye normalkirin.

Nicim Cibûrî herwiha diyar kiriye ku lîwayek weke hêza hawar hatinê ji Êzidiyên Şingalê bo Şingalê hatiye avakirin ku ev jî pêngaveke erêniye bo normal kirina rewşa deverê.

Weke tê zanîn sala par her yek ji hikûmeta Kurdistanê û Bexdayê li ser normal kirina rewşa Şingalê lihev kiribûn û rêkeftinek îmze kiribûn lê heta niha jiber hin sedeman rêkeftin bi temamî nehatiye cîhbicîhkirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.