Pentagon: Êrîş ji aliyê Îranê ve têne organîze kirin

dibêje Îran bi her awayî piştîvaniya terorîstan dike.
کوردستان TV
100%

Derbarê êrîşên ser hêzên Amerîkî de daxuyaniyek weşandiye.

Wezareta berevanî ya Amerîkayê yaku bi Pentagonê tê nasîn derbarê êrîşên ku li Îraqê ji aliyê komên çekdar yên ser bi Îranê ve bo ser hêzên Amerîkî têne kirin daxuyaniyek weşandiye.

Li gor daxuyaniya Pentagonê, li herêmê de astenga herî mezin ya li berdem Amerîkayê, Îrane û Îran bi her awayî piştîvaniya terorîstan dike.

Pentagonê herwiha diyar kiriye ku êrîşên ku li navçeyên curbicur yên Îraqê bo ser hêzên Amerîkî û hêzên hevpeymanan têne kirin, ji aliyê Îran û komên çekdar yên ser bi Îranê ve têne organîzekirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de Pentagonê ew yek diyar kiriye ku bi hûrî çavdêriya liv û tevgerên Îranê yên li Yemenê jî dikin û dibînin ku Îran li Yemenê jî piştîvaniya komên çekdar dike.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.