Ewrûpa daxwaz ji Tirkiyeyê dike rêz ji opozîsyonê re bigire

dibêje lazime li gor qanûnan tevbigere.
کوردستان TV
100%

Dibêje lazime li gor qanûnên demokratîk tev bigere.

Parlementoya Yekîtiya Ewrûpayê piştî civîna xwe yaku têde behsa rewşa navxweyî ya Tirkiyeyê hatibû kirin û Tirkiye rexne kiribû, ragihand ku lazime Tirkiye li gor pîvan û normên demokratîk û zagonên navnetewî tevbigere.

Parlementoya YEê herwiha daxwaz ji Tirkiyeyê kiriye rêzê ji opozîsyona vê welatî re bi taybetî ji HDPê re bigire û zextên li ser opozîsyonê kêm bike.

Ji aliyeke din ve duhê jî komîteya Venedîkê derbarê zagona ribirû bûna dabîn kirina çavkaniyên dahatê yên bo çekên komkuj ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibû pejrandin, huşdarî dab Tirkiyeyê û ragihandibû ku ev qanûna han ne demokratîke, dijî mafên mirovane û herwiha dibe sedema zêdetir kirina zextan li dijî opozîsyonê.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.