Keça Husên Kemanger jî hate girtin

jiber ku li dijî bavê xwe îfade nedaye hatiye girtin.
کوردستان TV
100%

Jiber ku li dijî bavê xwe îfade nedaye hatiye girtin.

Li gor çapemeniya Rojhilatê Kurdistanê, keça çalakvanî siyasî yê Kurd yê girtî, Husên Kemanger, ji aliyê hêzên îtlaata Îranê ve hatiye girtin.

Çapemeniya Rojhilatê Kurdistanê belav kiriye ku hêzên îtlaata Îranê daxwaz ji Nahîde Kemanger kirine daku li dijî bavê xwe îfade bide û ji çapemeniya Îranê re li ser xirabiya bavê xwe biaxeve, lê Nahîde Kemanger ev yek red kiriye lewre li bajarê Sineyê ji aliyê hêzên îtlaata Îranê ve hatiye girtin.

Husên Kemanger di sala 2019an de ji aliyê rejîma Îranê ve bi hinceta endam bûn di nava partiyeke Kurdî de û hewldan li dijî rejîma Îranê hatibû girtin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.