Naveroka civîna civata wezîran

behsa gelek mijarên girîng hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

.

 

Bi Serokatiya Serokwezîr civiya bû.

Îro çarşem 7ê Tîrmeha 2021an me gerînendetiya civîna civata wezîran kir.

Di destpêka civînê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî têde beşdar bû, bi navê civata wezîran me dest xweşî li tîma hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku beşdarî di civîna parlementoya Kurdistanê de kiribû û spasiya tîma han kirk u bersifên pêwîst û tîje ji zaniyarî dane tevahiya pirsan.

Herwiha me balkêşande ser vê yekê ku kabîneya 9an her ji destpêka destbikar kirinê ve baştirîn hemahengî li gel parlementoya Kurdistanê kiriye û berdewam dibe û wezîrên vê kabîneyê jî zêdetir ji tevahiya kabîneyên din beşdarî di civînên parlementoyê û komîteyên parlementoya Kurdistanê kirine û bersifa pirsên Parlementeran dane.

Di berdewamiya civînê de me tekez li ser vê yekê kirk u lazime têkiliyên navbera hikûmet û parlementoyê li ser esasê rêz girtin ji hev û du û di çarçoveya rêzknameya navxweyî ya parlemen û qanûnên berkar û dûr be ji her cure helwêsteke ne goncaw ku xizmeta pêşde birina hemahengiya navbera her du desthilatên zagonsaz û cîhbicîh kirinê neke.

Di mijara dudiyan ya civînê de wezîra herêmê bo karûbarên Parlementoyê Vala Ferîd bernivîsa nû ya serrast kirî ya wezareta darayî û abûrî ya herêma Kurdistanê pêşkêş kir bi taybetî ava kirina birêveberatiya giştî ya bîmeyê di nava wezareta darayî de ku kar dike bo çavdêrî û wenêrîn kirina çalakiyên kompaniyên bîmeyê li herêma Kurdistanê de, civata wezîran jî bi piraniya dengan proje qanûna han pejrand û biryar hate dayîn ku bo parlementoya Kurdistanê were şandin bo ku bibe qanûn û bikeve meriyetê.

Di rojeva sêsiyan ya civînê de wezîrê Perwerde Alan Heme Seîd raporteke şîroveyî derbarê proje qanûna perwerde û hîn kirinê li herêma Kurdistanê de pêşkêş kir ku têde zaniyariyên baş yên derbarê girîngiya proje qanûnê ya bo pêşde birina perwerde û hînkariyê li herêma Kurdistanê de têde hebûn, biryare di civînên pêş yên civata wezîran de nîqaşên zêdetir li ser projeya han werin kirin.

Me tekez li ser vê yekê kir ku, proje qanûna perwerdehiyê lazime prosesa perwerde û hînkariyê derbasî qonaxeke nû bike û pere bi karameyî û jêhatîbûna hizirî û fîzîkî ya Xwendekaran bide, herwiha lazime navendên xwedinê dûr bin ji tundûtîjî, maf û jiyana Mamosteyan parastî be û girîngiya zêdetir jî bi perwerde kirina Mamosteyan were dayîn.

Di dawiya civînê de birayên dawî yên civîna civata bilind ya abûriya Kurdistanê ji aliyê Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîr ve bo civatê hatin şîrovekirin û wezîrên têkildar hatin pîwerdarkirin daku di vê çarçoveyê de hevkarî û hemahengiya pêwîst pêşkêş bikin daku dahatên giştî werin rêkxistin kirin û bo projeyên xizmetgozarî werin bikaranîn û herwiha hewl bo pir alî kirina çavkaniyên dahatê, dûrketin ji pişt girêdan bi yek çavkaniya dahatê ku petrole.

Di beşeke din ya civînê de Sekreterê civata wezîran Amanc Rehîm jî xalên herî girîng yên raporta navenda dillote derbarê sektera petrolê bo civata wezîran hatin şîrovekirin, di raportê de behsa zêde bûna xerciyên petrolê hate kirin û hate gotin ku beşeke zêde ji dahata petrolê bo hêlbirîna petrolê tê xerckirin. Herwiha behsa girîngiya hewldanên  berdewam yên hikûmeta Kurdistanê yên bo pêkanîna reforman di vê warî de hate kirin ku, armanc ji wan reforman jî kêm kirina xerciyan û zêdetir kirina dahatê ye bo tîje kirina kurt anîna navbera dahatên bidestxistî û xerciyên li herêma Kurdistanê de.

Herwiha wezîrê tendirostî Saman Berzencî jî bi awayeke kurt behsa rewşa niha ya Korona kir û balkêşande ser amar û bingehên zêde bûna hijmara rojane û egerê li berdem belav bûna cureya nû ya Koronayê li herêma Kurdistanê de, bo ku amadekarî bo rûbirû bûna egera belav bûn û zêde bûna cureya nû ya Koronayê were kirin, lazime bi hûrî çavdêriya rewşê were kirin, herwiha nirxandin li ser prosesa vaksîne kirinê û lez kirina di vaksîne kirina xelkê de hate kirin û tekez li ser rêkarên takekesî yên xweparêziyê û pêbendî di cîhên giştî de hate kirin.

N: E. G

 

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.