Zêdetir ji 900 kesên din bi Koronayê ketin

3 berketî jî canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Wezaretê amarên nû yên Koronayê belav kir.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên nû yên taybet bi 24 seatên derbasbûyî yên Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezaretê di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 905 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 395 kese.

Wezaretê herwiha diyar kiriye ku di nava heman demê de 691 berketiyên berê jî baş bûne û 3 berketî jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.