4 mûşek di nava navendê de ketine erdê.
Çapemeniya Îraqê ragihand ku kêliyek beriya niha dîsa bi mûşekan êrîşî ser navenda leşkerî ya Eyn Esed li Parêzgeha Enbarê hatiye kirin.
Çapemeniya Îraqê belavkiriye ku 4 mûşek di nava navendê de ketine erdê.
Heta niha derbarê zirarên êrîşê de ti zaniyarî nehatine belavkirin.
Li gor jêderên çapemeniyê, tirimbîla ku mûşek li ser hatine avêtin hatiye şewitandin.
Weke tê zanîn di nava du rojan de ev cara dudiyane ku êrîşî navenda leşkerî ya Eyn Esed tê kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin